Li Kurdistanê berê dînazor hebûne!

Li Çiyayê Sefîn ê Hewlêrê, hestiyên peykerê candarekî hate dîtin, ku dişibe dînazorekî biçûk. Lingên piştê drêj in, milê wî bilind û dûvê wî kurt e, ev candar xwedî didanên tuj û mezin e.
17.04.2017, Pts - 16:40
Li Kurdistanê berê dînazor hebûne!
Nuçe Belav bike

Li Çiyayê Sefîn ê Hewlêrê, hestiyên peykerê candarekî hate dîtin, ku dişibe dînazorekî biçûk. Lingên piştê drêj in, milê wî bilind û dûvê wî kurt e, ev candar xwedî didanên tuj û mezin e.

Çend roj beriya niha komek ji nîştecihên gundê Sûlawkê ya nahyeya Hîranê ya Hewlêrê ji bo komkirina giyayê biharê çûne Çiyayê Sefîn û li cihekê dûrê destan kelexê candarekî seyr dîtin. Hê jî pûrtê li ser lingên vî candarî dimînin, ji lewra diyar dibe ku ne ji mêj ve ye mirar bûye.

Ciwanên gundê Sûlawkê ji bo lêkolînê kelexê vî ajalî ligel xwe digrin. Niha kes nizane ka ev çi candarek e lê şêweyê wî bi dînazor diçe. Lê dibe, ku ev ajal nêrîn û hizra pisporan a derbarê dînazoran de biguhere, ku dibêjin bi dehan milyon sal beriya niha jiyane.

Ednan Enwer nîştecihê gundê Sûlawkê ye, ku wî ev candar dîtiye dibêje; “Em li ser Çiyayê Sefîn gelek çûn. Paşî me ev tişta ecêb dît. Me ji bo lêkolînê anî gund lê kes nizane ka çi ye.”

Pizîşk û pisporên ajalan dibêjin heta lêkolîn liser neyê kirin ew nizanin ka ev çi candareke. Mezinên gund jî dibêjin, wn tişteke wiha ne dîtine û ne jî bihîstine.

Mixtarê gundê Sûlawê Şakir Reşîd dibêje; “Li van çiyayan hirç, gwir û ajalên din hene lê me tişteke wiha heta niha ne dîtiye. Di televîzyonan de heye jê re dibêjin dînazor.”

Peydakirina vî kelexî jî diselmîne, ku li xwezaya Kurdistanê gelek cure ajalên kovî heye. Lê di salên derbasbûyî de ji ber şer û pevçûnan, herwiha ji ber mayinan li gelek derverên Kurdistanê ajalên kovî dimrin û curên wan kêm dibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1572 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:43:29