Li Kurdistanê di 6 mehên borî de bi dehan jin hatine kuştin û gelek jinan jî xwe kuştine

Organa alîkariya hiqûqî ya jinan li Herêma Kurdistanê amarên kuştin, xwekuştin û xwe şewitandina jinan belav kir.
26.06.2022, Paz - 07:45
Li Kurdistanê di 6 mehên borî de bi dehan jin hatine kuştin û gelek jinan jî xwe kuştine
Nuçe Belav bike

Organa alîkariya hiqûqî ya jinan li Herêma Kurdistanê ragehand, di nav 6 mehên borî de zêdetirî 80 jin hatine kuştin û xwe kuştine.

Li gorî amarên han, di 6 mehên borî de rêjeya tundiyê li di jî jinan pir zêde bûye.

Di raporta wê organê de hatiye gotin, di heyama han de 31 jinan xwe kuştin, 22 jin hatine kuştin û 29 jinan jî xwe şewitandine:

*Li Hewlêrê 9 jinan xwe kuştine, 7 jin hatine kuştin, 10 jinan jî xwe şewitandine

*Li Silêmaniyê 7 jinan xwe kuştin, 4 jin hatine kuştin, 6 jinan jî xwe şewitandine

*Li Duhokê 8 jinan xwe kuştine, 7 jin hatine kuştin, 10 jinan jî xwe şewitandine

*Li Germiyan 4 jinan xwe kuştine, 3 jinan jî xwe şewitandine

*Li Soran yek jin hatiye kuştin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 805 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:28:20