Li navçeyên Kurdistanî bi dehan gundên Kurdan hatine valakirin

Zêdetirî ji sedî 50î axa Başûrê Kurdistanê li derveyî sînorên îdarî yên Herêma Kurdistanê ye û biryar bû piştî proseya azadkirina Iraqê, di çarçoveya madeya 140 de were çareserkirin û ew dever vegerin ser Herêma Kurdistanê
21.12.2022, Çar - 13:44
Li navçeyên Kurdistanî bi dehan gundên Kurdan hatine valakirin
Nuçe Belav bike

Zêdetirî ji sedî 50î axa Başûrê Kurdistanê li derveyî sînorên îdarî yên Herêma Kurdistanê ye û biryar bû piştî proseya azadkirina Iraqê, di çarçoveya madeya 140 de were çareserkirin û ew dever vegerin ser Herêma Kurdistanê. Lê piştî bûyerên sala 2017an karê komîteya madeya 140 hate rawestandin û bi dehan gundên Kurdan bi taybetî li Kerkûk, Mexmûr û Xaneqînê hatin valakirin.

Niha li Kerkûk û navçeyên derdora wê nêzîkî 1,2 milyon donim zevî dikeve nava navçeyên cihê nakokiyê û car caran Erebên Hawirde bi piştevaniya îdareya Kerkûkê êrişî cotkarên Kurd dikin.

Şêwirmendê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Madeya 140î Rêbwar Talebanî dibêje “Behsa aktîvkirina Komîteya Madeya 140 î dikin, heta niha axaftin e û em nizanin kengî tê cîbicîkirin.”

Pirsgirêka zeviyên Kurdan li Kerkûkê berdewam e.

Komîteya Madeya 140î jî, ku weke çareseriya destûrî hatiye diyarkirin, piştî gelek salan ji neaktîvkirinê, her çiqasî biryara çalakirina wê hatiye dan, lê hêj ne diyar e kengî bi kirdarî tê karakirin û aktîvkirin.

Li Kerkûkê, pirsgirêk li ser 1 milyon û 200 hezar donim zevî, di navbera cotkarên Kurd û Erebên hawirde de heye.

Li Xûrmatû jî, pirsgirêk li ser 10 hezar donim zevî heye.

Bi sedema metirsiyên DAIŞê û nebûna xizmetguzariyê û Erebkirinê, li sînorê Mexmûrê 41 gund hatine valakirin.

Li Xaneqîn jî, 36 gund hatine valakirin û nêzîka hezar donim zevî, ji aliyê Erebên hawirde ve, dest li ser hatiye danîn.

Endama Parlamentoya Iraqê Dîlan Xefûr got “Budceya taybet jê re tê terxankirin, da ku qerebûya xelkê bê kirin, ji bo vegerê û qerebûya xelkê jî bê kirin ji bo xelk li vê derê niştecî bin.”

Li gorî Rêkeftina Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê, ku berî pêkanîna hikmeta Iraqê hate kirin, yek ji xalan, cîbicîkirina madeya 140 î ya destûra Iraqê ye.

Rêbwar Talebanî diyar kir “Ala Kuridstanê ku aleke fermî ye û li cem Iraqê pesend e û parlemana Kurdistanê pesend kiriye, li Navçeyên Madeya 140 î nabe tu bilind bikî, bi berevajî wê, bi dehan alên din ên nefermî hene û ti kêşeya wan nîne û giriftê ji bo wan hêzan dirust nakin, wateya wê ew e ku dixwazin wê nasnameya Kurdsitanî ya sedên salan Kurd xebatê ji bo wê dikin nehêlin.”

Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Rêveberiya Herêma Kurdistanê, parêzgehek û 15 qeza û 20 nahiye ne, ku dikin bêhtir ji sedî 50 ji xaka Başûrê Kurdistanê.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:40:31