Li navçeyên Maddeya 140 yên Kurdistanî Erebkirineke nû destpê kiriye Artêşa Iraqê li sînorên Kerkûkê astengiyan ji bo cotkarên Kurd derdixin, rê nadin wan ew di zeviyên xwe de kar bikin.
Hejmareke Hummer û otomobîlên tabûra 80ê ya Artêşa Iraqê li sînorên Kerkûkê digerin. Li dora çewligên cotkarên Kurd dizivirin. Ji bilî qûtkirina elektirîka bîrên avê, rê li ber karkirina cotkarên Kurd digirin.
Piştî bûyerên Cotmeha 2017an Erebkirin bi awayên nû destpêkiriye. Dagîrkirina zeviyên çandiniyê, wergirtina postan ji Kurdan û veguhastina formên xorakê yên herî diyar in.
Li gor zanyariyên Rûdawê di 5 salên borî de zêdeyî 356 hezar donim zeviyên Kurdan li Kerkûkê bi biryara dadgehê bo erebên hawirde hatine dayîn.
Endamê Desteya Herêm û Parêzgehan a Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî got “Piştî hikûmeta Muhammed Şiya es-Sudani em li hêviyê ne ku Rêkeftina Şingalê ya were cîbicîkirin. Vegera hêzên Peşmerge, vekirina ofisên PDKê yên li herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û cîbicîkiran Madeya 140’î ku ji 3 xalan pêk tê, ev kêşeyên sereke ne. Divê berê ev kêşe werine çareserkirin û herêmên Kurdistanî dîsa bekevine destên Kurdan.”
15 sal dibin ew dem temambûye ku destûrê bo cîbîcîkirina maddeya 140 sînor jê re diyarkiribû, lê hê jî sê qonaxên wê nehatine cîbîcîkirin.
Roja 28ê Mijdara 2022an Wezîrê Dadê yê Iraqê Xalid Şiwanî piştî civîna Hevpeymaniya Rêveberina Dewletê ragihand, dê di 10 rojên bê de Desteya Bilind a Cîbîcîkirina Maddeya 140 bê çalakkirin.
Serokwezîrê Iraqê jî 14ê vê mehê li Hewlêrê derbarê vê mijarê de axivî.
Serokwezîrê Iraqê Mihemmed Şiya Sûdanî dibêje "Di dema 4 mehên temenê hikumeta navendî de me pêngavên baş avêtine di cîbîcîkirina beşeke girîng ya rêkeftinnameya siyasî ku di nav karnameya hukumetê û encûmana nûneran de ye, deng bo hatiye dayîn. Îrade û xwesteke me ya ciddî bo bi dawînanîna bi wê dosyeyê û avêtina pêngavan ber bi asoyeke berfireh û derfetên aborî heye ku bi xêr bo xortên gelê me li Kurdistan û hemû parêzgehan vedigere. Bi piştrastî maddeya 140 beşeke ji rêkeftina siyasî û budçe bo wê desteya navendî ku bo wê armancê heye, hatiye terxankirin."
Li gor zanyariyên Rûdawê, di 5 salên borî de 36 gundên sînorê qezaya Xaneqîn hatine Erebkirin. Dema sê mehan e jî nêzîkî hezar û 500 giliyên Ereban bo daxwazkirina zeviyên Kurd û Turkmenan hatine tomarkirin. Li Kerkûkê jî 27 hezar donim zeviyên Kurdan hatine dagîrkirin.