Li Qerehencîr narincokek bi du jinan de teqiya

Berdevkê Polîsê Kerkûkê ragihand, li gundê Kewele yê ser nahiya Qerehencîr du jinan dema di zeviyê xwe de kar dikirin, narincokek bi wan de teqiya û birîndar bûn.
13.05.2023, Cts - 10:41
Li Qerehencîr narincokek bi du jinan de teqiya
Nuçe Belav bike

Li gundekî nahiya Qerehencîr a ser bi parêzgeha Kerkûkê, narincokek bi du jinan de teqiya û bi birîndarî bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî ji Kurdistan24ê re ragihand, beriya demeke kin, li gundê Kewele yê ser nahiya Qerehencîr du jinan dema di zeviyê xwe de kar dikirin, narincokek bi wan de teqiya û birîndar bûn.

Amir Şiwanî eşkere kir ku perçeyên narincokê li pişta wan jinan ketiye û birînên wan ne giran in û ji bo tedawiyê bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand ku polîs û hêzên ewlehiyê niha li ser bûyerê lêkolînê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 762 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:01:50