Li Raperînê 3 kes bi çekê hatin kuştin

Li Îdareya Serbixwe ya Raperînê kesekî ku li motorsîkletekê siwar bûbû 3 kes kuştin lê heta niha nehatiye desteserkirin.
08.09.2023, Cum - 07:42
Li Raperînê 3 kes bi çekê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Polîsên Raperînê li ser bûyera doh bi şev a li navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê daxuyanî da.

Rêveberiyê diyar kir ku cenazeyên 3 kesên bi navê A.A. (1978), M.H. (1973), û A.A. (1980) yên ku mêr in.

Li gorî agahiyên polîsan piştî lêkolîna li ser cenazeyan a li bijîşkiya dadwerî derketiye holê ku li ser cenazeyên her sê kesan şopên guleyan hene û got:

“Hêzên me yên polîsên Qeladizê ji bo zanîna sedema rastî ya bûyerê lêkolîn daye destpêkirin û lêkolîn berdewam e.”

Beriya niha Rêveberê Îdarî yê Nexweşxaneya Şehîdan a Qeladizeyê Osman Ehmed ji Rûdawê re ragihandibû ku di encama gulebaranekê de 3 kesan canê xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyên ber destê Rûdawê ew her sê kes hevalên hev bûne û jixwe re çûne baxeke Qeladizeyê.

Dema ku ew jixwe re rûniştibûne kesek bi motorsîkletê hatiye û gule li wan reşandine û her sê jî kuştiye.

Polîsên Raperînê diyar kir ku ji bo lêkolîna bûyerê hêz hatine erkdarkirin û heta niha têkildarî bûyerê ti kes nehatiye desteserkirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 751 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:14:09