Li ser erkê Serokwezîr Mesrûr Barzanî termê Feyzullah Osman bo Hewlêrê tê vegerandin

Li ser erkê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, termê stêrkê navdarê Futbolê yê Hewlêrê Feyzullah Osman bo Herêma Kurdistanê tê vegerandin.
20.08.2024, Sal - 09:57
Li ser erkê Serokwezîr Mesrûr Barzanî termê Feyzullah Osman bo Hewlêrê tê vegerandin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Hewlêrê ragihand, li ser erkê Serokwezîr Mesrûr Barzanî termê Feyzullah Osman, stêrkê navdar ê Futbolê yê Hewlêrê, ku li Almanyayê canê xwe ji dest daye, dê bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê bo Herêma Kurdistanê were vegerandin.

Feyzullah Osman, ku bi navê Feyzo jî dihat naskirin, kurê Şehîd Xece Bawa ye, lîstikvanê berê yê Hewlêrê bû û ji heyama 28 salan ve li Almanyayê dijiya.

Feyzo di 55 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Almanyayê piştî têkoşîneke dirêj a bi nexweşiyê re canê xwe ji dest dabû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:52:28