Li Seyîdsadiq termê pêşmergeyek hat dîtin

Hat ragihandin ku li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê termê pêşmergeyek hat dîtin û li ser laşê wî şûna gulleyê heye.
11.07.2022, Pts - 12:12
Li Seyîdsadiq termê pêşmergeyek hat dîtin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku K24'de cih digire hatiye eşkerekirin ku îro termê pêşmergeyek bo beşa hawarçûnê ya Nexweşxaneya Şehîd Şewket a li navçeya Seyîdsadiq hat veguhestin, ku şûna gulleyê li ser laşê wî diyar bû. Piştî rêkaran, termê wî bo Tiba Dadî ya Silêmaniyê hat veguhestin.

Her wiha çavkanîyekî ev agahî piştrast kir û dide zanîn, “Ew pêşmerge jidayîkbûyê sala 1991 e û navê wî Şaxewan Ebdullah e û pêşmergeyê berevanî û hawarçûnê bû.”

Li gor gotina kesûkarên pêşmerge, ew ji şevê ve diyar nebû û îro termê wî hat dîtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 525 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:57:47