Li Sihêla ji ber teqeya PKKê Pêşmergeyek birîndar bû

Îşev 3 çekdarên PKKê li Sihêla teqe li Pêşmerge kirin.
29.07.2022, Cum - 06:41
Li Sihêla ji ber teqeya PKKê Pêşmergeyek birîndar bû
Nuçe Belav bike

Jêderê hêzên Pêşmerge ragihand, îşev di demjimêr 10:45 xulekan de, 3 çekdarên PKKê li nêzîkî Deriyê Sînorî yê Pêşabûr, xwestin di sengerên hêzên Pêşmerge re derbas bibin, lê belê ji aliyê Pêşmerge ve rêgirî li wan hat kirin.

Herwiha eşkere kir, wê grûpê gelek gulle berdan sengerên Pêşmerge û pêşmergeyek birîndar bû, hêzên Pêşmerge jî bersiv dan û ew sê çekdar hatin dorpêçkirin.

Hat diyarkirin ku niha şer rawestiyaye, lê belê li aliyê Rojavayê Kurdistanê, PKKê hêzeke mezin li ser sînor kom kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 533 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:52