Li Silêmaniyê ji bo xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê piştgirî

Kuştina Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaqî” yên Îranê ve li Silêmaniyê bi xwepêşandanekê hat protestokirin.
27.09.2022, Sal - 05:11
Li Silêmaniyê ji bo xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê piştgirî
Nuçe Belav bike

Beşek ji çalakvanên Başûrê Kurdistanê û welatiyên her sê parçeyên din ên Kurdistanê ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî û piştgiriya xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li Silêmaniyê kom bûn.

Çalakvan li Parka Azadî kom bûn û piştgirî dan çalakiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dikin.

Çalakvana Rojhilatê Kurdistanê Çîmen Mihemed ji Rûdawê re got: “Komara Îslamî ya Îranê bi hinceta sergirtinê zilm li jinan dike û jinan ji kar û xebata siyasî dûr dixe.”

çalakvan di wê baweriyê de ne ku bêyî du şert û merc, pêşbîniya xwepêşandanan zû bi encam nabe; Ya yekem berdewamî ye, ya duyem jî xwedîderketin û birêxistinkirina mirovên bi hêrs û bi fikar e.

Çalakvanekî din ê Kurdistanê Şêrko Hema Emîn jî dibêje: “Divê di navbera partî, hikûmet û parlamentoya başûrê Kurdistanê de biryarek yan rêkevtinek hebe ku ti aliyek nikaribe li dijî Rojhilatê Kurdistanê dijayetiyê bike.”

Mamostayê Zanîngeha Silêmanî Mihemed Resûl got “Xweş bû ku her çar parçeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de bi hev re bûn û alîkariyên mirovî û leşkerî pêşkêşî hev kirin. Amerîka jî piştgirî da me. Ji bo rewşa heyî divê ev yek bê kirin.”

Çalakvana Tevgera Azadiya Kurdistanê Kara Mihemed jî wiha anî ziman “Divê li ser asta rojhilat komîteyek hevbeş ji bo hevrêzkirina armanc û daxwazan bê avakirin. Ya rast ev e ku vê carê Jîna û gel pêşeng in, ne partî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 598 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:42:30