Li Silêmaniyê pevçûna çekdarî: Birîndar hene

Îşev çekdarekî li navçeya Qeredax a Silêmaniyê gulle berdane polîsan û hêzên din ên ewlekariyê û hejmarek kes ji wan birîndar kirine. Li gor hin agahiyên destpêkê 8 kes birîndar bûne.
05.09.2022, Pts - 05:17
Li Silêmaniyê pevçûna çekdarî: Birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên destpêkê, guman heye kesê teqe kiriye çekdarekî DAIŞê be. Tê gotin, kesê teqe kiriye motorsîklêtek pê re ye û wî çekdarî çend narincok jî avêtine hêzên ewlekariyê.

Çavkaniyekî ji Silêmaniyê ragihand, tîmên wan ji Qeredaxê ve 4 birîndar veguhastine nexweşxaneyê, û bi otomobîleke sivîl jî du birîndarên din rakirine nexweşxaneyan.

Asayişa Silêmaniyê derbarê bûyerê de daxuyanî da

Berdevkê Asayişa Silêmaniyê, Yasîn Ebdulsemîh derbarê bûyera li navçeya Qeredaxê ragihand, “êvara îro li Qeredaxê hêzên Asayişê dema hewl dan motorsîkletekê ku kesê li ser, ser û çavên xwe nixumandibû, rawestînin daku lêkolînê pê re bikin, ew kes rûbirûyê hêzên Asayişê bû û paşê reviya û li taxeke navçeya Qeredaxê di malekê de xwe veşart.”

Berdevkê Asayişa Silêmaniyê herwiha got, “hêzên Asayişê û polîs gelek hewl dan ku wî kesî bi saxî bigrin, lê wî kesî xwe radest nekir û kesê terorîst ji aliyê hêzan ve hat kuştin.”

Asayişê herwiha diyar kir, “kesê terorîst çar narincok jî avêtine nav hêzên polîs û hevem çend narincok, demançeyek û gelek fîşekên 9mm pê re bûne.”

Asayişa Silêmaniyê destnîşan kir, ew dê piştî lêkolînan nasnameya wî kesî û sedema bûyerê aşkere bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:48:36