Li Şingalê dîsa gorek komî hat dîtin

Endamê Meclisa gundê Sinûnê ya Şingalê Sedûn Semîr ragihand ku li herêma Girzerk a Şingalê goreke komî ku 17 kes têde bûn hate dîtin.
20.11.2017, Pts - 08:31
Li Şingalê dîsa gorek komî hat dîtin
Nuçe Belav bike

Sedûn Semîr di axaftina xwe ya derbarê dîtina gora komî de ji Basnewsê re got: "Li Şingalê goreke komî din ku 17 kes têde ne hate dîtin. Ji bo cesede di gora komî de hê lêkolîn nehatine kirin, lewma em nizanin bê aîdî kî ne ew cesed. Di demeke nêzîk de wê tîma lêkolîner dest bi xebatên vekolînê bike."

Semîr di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî milîsên Heşda Şeibî herêm dagir kirin di vekolîna gorên komî de pirsgirêk derdikevin. Ji 16ê Cotmehê hetanî îro bi kêmanî 40 gorên komî hatine dîtin."

Rêxistina terorîst a DAIŞ'ê di Tîrmeha 2014an de êrişî Şingalê kiribû bi hezaran hemwelatiyên êzdî kuştibûn û dîl girtibûn. Bi 10 hezaran êzdî jî neçar mabûn ku Şingalê biterikînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:45:26