Li Şingalê goreke komî ya êzidiyan hat dîtin

Li Şingalê goreke bi kom a kurdên êzidî ya din hat dîtin ku ji bo vekirina wê gorê li benda lijneyeke taybet a lêkolînkirinê ne.
08.02.2017, Çar - 07:01
Li Şingalê goreke komî ya êzidiyan hat dîtin
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku gora bi kom 7ê Sibatê ji aliyê asayîşa Şingalê ve hatiye dîtin.

Li gor agahdariyên medya herêma Kurdistanê terorîstên DAIŞê li dema êrîşa ser Şingalê (03.08.2014) ku komkujiya êzidiyan pêk anîbûn veşartine.

Niha ew gora hatiye dîtin li benda lijneyeke taybet a lêkolînê ye ku wek belge were tomarkirin û piştre jî were vekirin.

DAIŞê dema 3yê Tebaxa 2014an Şingal dagir kir, bêhtirî 7 hezar êzidî revandibûn û kuştibûn. Heta niha 2 hezar û 880 êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin. Li gor zanyariyan heta niha 30 gorên komî yên êzidiyan hatine dîtin û bêhtirî 3.500 kes jî aqûbeta wan diyar nebûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1498 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:26:03