Li Şingalê dest bi vekirina goreke komî hat kirin

Li Şingal a Başûrê Kurdistanê goreke komî ya ku tê texmînkirin 29 Kurdên Êzidî tê de ne, tê vekirin.
04.03.2023, Cts - 12:01
Li Şingalê dest bi vekirina goreke komî hat kirin
Nuçe Belav bike

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Huseyîn Qaidî ji Rûdawê re ragihand, “Îro goreke komî ya Êzidiyan ku dikeve navbera gundê Qenî û rêya serekî ya Şingalê, ji aliyê Ofîsa Gorên Komî yên Iraqê ve tê vekirin.”

Qaîdî da zanîn ku zanyariyên zelal li ser gora komî nînin lê li gorî şahidan, 29 kes di gora komî de hene.

Heta niha li Şingalê tevî ku 83 gorên komî hatine diyarkirin jî, ji wan gelek kêm gor hatine vekirin. Ji gorên komî yên ku heta niha hatine vekirin cenazeyên 162 kesan ku 20 ji wan jin û 142 jî mêr in, hatin derxistin.

Kurdên Êzidî di 3ê Tebaxa 2014an de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve rastî komkujiyê hatin. Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî, 6 hezar û 227 Kurdên Êzidî ku ji wan 3 hezar û 358 jin û 2 hezar û 869 jî mêr in, ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Ji 6 hezar û 227 kesên hatin revandin heta niha 3 hezar û 562 kes hatine rizgarkirin lê çarenivîsa yên din ne diyar e.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 463 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:19:17