Li Şingalê otomobîlek hat bombebarankirin

Li Şingalê otomobîleke ku sê ket tê de bûn ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.
08.07.2024, Pts - 15:26
Li Şingalê otomobîlek hat bombebarankirin
Nuçe Belav bike

 Li Şingalê otomobîleke ku sê ket tê de bûn ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.

Li nêzî Şengalê wesayîtek hate hedefgirtin. Fermandarê Asayîşa Êzidiyan diyar kir ku di wesayîtê de 3 kes tê de bûn.

Welatiyekî bajarê Şingalê ku nêzikî bûrerê bû ji ajansa Rûdawê re ragihand, "Li nêzîkî xaleke kontrolê ya di navbera Şingal û Tel Qesabê de otomobîlek ji aliyê balafirê ve hat hedefgirtin, 2 kesên ku ji otomobîlê hatin hatin peyakirin birîndar bûn."

Li aliyê din, Fermandeyê Asayişa Êzdixanê yê Şingalê Heyder Şeşo: “Ew otomobîla YBŞyê ya ser bi PKKyê bû û du zilam û jinek tê de bûn.”

Heyder Şeşo da zanîn ku her du kes birîndar bûne ew rakirine nexweşxaneyeke Mûsilê û "Jina ku ne ji herêmê ye bi saxî xilas bû."

 

Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:19:50