Li Şingalê proseya avêtina paşmayên şer berdewam e

3 meh in ku proseya avêtina paşmayên şer li Şingalê destpê kiriye.
13.03.2023, Pts - 11:35
Li Şingalê proseya avêtina paşmayên şer berdewam e
Nuçe Belav bike

3 meh in ku proseya avêtina paşmayên şer li Şingalê destpê kiriye. Tîmên bajêrvaniyê her roj li navçeyên cuda kar dikin û heta niha zêdetirî ji 200 xanî û cihên cuda paqij kirine. Di nava Şingalê de zêdetirî ji 600 hezar metrên çargoşe pêdivî bi rakirina paşmayan heye, derdora 200 hezar metrên çargoşe hatiye paqijkirin.

Endazyar Meysem Resûl anî ziman, “Me li çend deveran kar kiriye, di nav de navenda Şingalê jî heye û hemû taxên wê Qehtaniye û Rembusî jî.”

Pêwîst e zêdetirî 600 hezar metrekare paşmayên li Şengalê bên rakirin. Derdora 200 hezar metre çargoşe berî demekê hatin avêtin. Piraniya mirovan hîn jî di nava wêraniyê de dijîn û ji van dîmenan bêzar bûne.

Mamoste Zeynel Îsmaîl got, “Ev ên nêzîkî malan ji ber mar û kêzikan bi taybetî ji bo zarokan metirsî ne.”

Her kesê ku xaniyê wî ziyan dîtibe û dixwaze paşmayên wê werin avêtin, divê daxwazê pêşkêşî Şaredariya Şingalê bike û ew jî piştî rê û rêbazên qanûnî dest bi karê xwe dikin.

Serokê Şaredariya Şingalê anî ziman, “Tenê malên fermî di nav de ne û divê tapo hebe û her mala ku qerebû bixwaze, ez amade me nameyek nivîskî bidim û bibêjim ku me ev xanî vekiriye.”

8 sal bi ser kontrolkirina Şingalê ji destê DAIŞê re derbas dibin, hîn jî ji ber kêmbûna xizmetguzariyê piraniya xelkê wê di kampan de dijîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 287 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:53:36