Li Tilafer'ê dijî eniya Pêşmerge êrişa xwekujî...

Li Eniya Rojavayê Dicle'yê, jinekê ku di nava koçberên Tilefer û Avgeni'yê (Eyaziye) de hatibû, xwe di nav Hêzên Pêşmerge de teqand û di encamê de 5 pêşmerge birîndar bûn.
29.08.2017, Sal - 12:12
Li Tilafer'ê dijî eniya Pêşmerge êrişa xwekujî...
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê Rûdawê Tehsîn Qasim ragihand: “Di dema pêşwazîkirina koçberên Tilefer û Avgeniyê de, li Eniya Rojavayê Dîcleyê jinekê DAIŞî xwe di Hêzên Pêşmerge ve teqand.”

Peyamnêrê me da zanîn, ku di encama vê bûyerê de, li gel jina xwekuj, 2 jin û zarokek mirine. Herwiha 5 pêşmerge jî birîndar bûne.

Eyaziye naheyeyekê Tileferê ye û roja 27ê Tebaxê ji aliyê Artêşa Iraqê ve hate kontrolkirin.

Hêjayê gotinê ye, ku di çend rojên derbasbûyî de nêzîkî hezar kesên ku ji Tileferê revayabûn, li sînûrê gundê Sehil Elmalih xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirine.

Di nava van koçberan de malbatên çekdarên DAIŞê yên endenozî, çînî, rûsî, almanî, sûrî, îranî, tirk, azerî û ereb jî hene.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:21:20