Li Wanê otomobîleke bi plakeya Dihokê qeza kir: 4 kes birîndar bûn

Li navçeya Payîzavayê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê otomobîleke bi plakeya Dihokê qeza kir û 4 kes birîndar bûn.
29.08.2023, Sal - 17:10
Li Wanê otomobîleke bi plakeya Dihokê qeza kir: 4 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan li taxa Xoşabê ya navçeya Payîzavayê ya Wanê otomibêleke bi plakeya Dihokê ji rê derket û qulibî.

Di bûyerê de 4 kes birîndar bûn û birînên 2 kesan giran in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 481 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:49:26