Li Xaneqînê : Jinek bi bilokan hate kuştin

Li navçeya Xaneqîna Başûrê Kurdistanê termê jinekê hate dîtin, ku bi prîketê (bilok) hatibû kuştin. Rêveberiya Polîsên Xaneqînê jî dibêje, dibe jina kuştî û kujerên wê ji derveyî bajêr hatibin.
07.02.2017, Sal - 16:24
Li Xaneqînê : Jinek bi bilokan hate kuştin
Nuçe Belav bike

Li navçeya Xaneqîna Başûrê Kurdistanê termê jinekê hate dîtin, ku bi prîketê (bilok) hatibû kuştin. Rêveberiya Polîsên Xaneqînê jî dibêje, dibe jina kuştî û kujerên wê ji derveyî bajêr hatibin.

Derengiya şeva 6ê Sibata 2017ê li nav avahiyekê nû çêkirî de termê jinekê hate dîtin .

Derbarê mijarê de Rêveberê Polîsên Baregaha Azadî ya Xaneqînê Eşref Mihemed ragihand; “Li taxa Bextiyarî termê jinekê 20-25 salî hate dîtin. Eşkere ye ku ev jin bi blok (prîket) hatiye kuştin.”

Mihemed daxuyand, ku lêkolîna derbarê mijarê de berdewam dike lê heta niha nasnameya vê jinê û bikujên wê nehatiye zelalkirin.

Rêveberê Tûndûtîjiya Germiyanê Lemia Mihemed jî got, ku heta niha derbarê wendabûna jinan de li Germiyan û Xaneqînê ti gilî nehatine tomarkirin, lewma dibe ev jin ji derve hatibe Xaneqînê.

Termê jina hatiye kuştin şandine pizîşka dadwerî

Ji destpêka sala 2017ê de ev duyemîn bûyera kuştina jinan e li nav sînorên rêveberiya Germiyanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1581 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:00:19