Li Zanîngeha Wanê kursa zimanê Kurdî hat vekirin

Li Zanîngeha Wanê kursa zimanê Kurdî hat vekirin.
25.10.2022, Sal - 14:48
Li Zanîngeha Wanê kursa zimanê Kurdî hat vekirin
Nuçe Belav bike

Ji ber nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê li Bakurê Kurdistanê, Kurd ji xwe re rêyên alternatîf dibînin û bi rêya kursan hewl didin zimanê Kurdî zindî bihêlin. Di vê çarçoveyê de li Zanîngeha Wanê kursa zimanê Kurdî hat vekirin.

Kursa fêrkirina zimanê Kurdî li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hat vekirin û di polê de tenê cihê 25 xwendekaran heye, lê zêdeyî 100 kesan bo fêrbûna zimanê Kurdî di vê kursê de navê xwe tomar kirine.

Ji sedî 95ê beşdarvanên vê kursê xwendekarên Zanîngeha Wanê ne, ew bê beramber di vê kursê de fêrî rêziman û zimanê Kurdî dibin.

Xwendekar Dogan dibêje: “Em bi vekirina kursê gelek kêfxweş bûn. Em fêrî xwendin û nivîsandina Kurmancî dibin. Em dixwazin kursên wiha li her derê vebin.”

Mamosta Gernas Hezex ji Nîsana sala borî ve dest bi vekirina kursên Kurdî kiriye.

Par çar kurs vekirin, di wan kursan de ders daye 150 xwendekaran û nêzîka ji sedî 95ê wan bawername wergirtine. Ev kursa pêncem û a yekem a îsal e ku çend roj dibe destpê kiriye.

Wek ew bi xwe dibêje, îsal xwestek zêde bûye, lewra kurs li ser sê grûpan dabeş kiriye, di hefteyekê de pênc rojan û rojane sê demjimêran dersan dide.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 407 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:07:54