Li Zapê pevçûn: Leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 2 jî birîndar in

Li gorî ragihandinan li navçeya Zapê ya Başûrê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket û di encamê de leşkerekî artêşa Tirkiyê hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
07.07.2022, Per - 09:50
Li Zapê pevçûn: Leşkerekî Tirkiyê hat kuştin  û 2 jî birîndar in
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, di daxuyaniyekê de ragihand, îro li navçeya operasyona Pence-Kilîdê di nav axa Herêma Kurdistanê de, PKKê êrîşî hêzên wan kiriye.

Li gor daxuyaniyê, di êrîşê de leşkerekî artêşa wî welatî hatiye kuştin û du leşker jî birîndar bûne.

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihandiye, leşkerê îro li Zapê hatiye kuştin, efser û pileya wî Çawişê Pispor bûye û navê wî Muhammed Mustafa Kochatiye ye.

Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê bi navê Operasyona Pence-Kilîd dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.

Operasyona Pence-Kilîd, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.

Ji destpêka wê operasyonê ve heta niha û li gor amarên fermî yên Wezareta Berevaniya Tirkiyê, 35 leşkerên wî welatî hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 589 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:47:19