Li Zaxoyê agir bi otomobîlekê ket; Kesekî canê xwe ji dest da

Şeva borî li ser cadeyeke bajarê Zaxoyê agir bi otomobîlekê ket û bi tevahî şewitî. Berdevkê Polîsê Zaxoyê jî ji Rûdawê re ragihand, li gor zanyariyên destpêkê, di otomobîlê de kesek şewitî ye û canê xwe ji dest daye.
24.07.2023, Pts - 05:47
Li Zaxoyê agir bi otomobîlekê ket; Kesekî canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li navenda bajarê Zaxoyê di demjimêrên derengê şevê de agir bi otomobîlekê ket. Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî ve, di bûyerê de otomobêla ku agir pê ketibû, bi tevahî şewitî ye.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê, Ehmed Remezan ji Rûdawê re ragihand, li gor zanyariyên destpêkê di bûyerê de kesek şewitî ye û canê xwe ji dest daye, lê ti zanyarî li ser nasnameya wî kesî belav nekir.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê diyar kir, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û komîteyeke lêkolînê hatiye avakirin, lê hêj sedema bûyerê nehatiye zanîn.

Li gor zanyariyan, kesê ku di bûyera îşev de canê xwe ji dest daye, navê wî Mihemed Mîrza ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 347 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:08:57