Ligel welatên mezin ên cîhanê dîplomasiya ‘Serxwebûna Kurdistanê’

Endamê şanda Herêma Kurdistanê li Konferansa Ewlekariya Cîhanî ya Munichê Hêmin Hewramî got, ku şanda Kurdistanê li ser asta hemû welatên cîhanê şanda tenê ya herêmî bûye û di hemû hevdîtinên şandê de jî bi awayekî cidî li ser mijara serxwebûna Kurdistanê hatiye axaftin.
19.02.2017, Paz - 12:50
Ligel welatên mezin ên cîhanê dîplomasiya ‘Serxwebûna Kurdistanê’
Nuçe Belav bike

Êvara roja 17ê Sibatê li Municha Almanyayê 53emîn Konferansa Ewlekariya Cîhanî dest pê kir û şanda Kurdistanê jî di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de beşdarê konferansê bû.

Derbarê hevdîtinên di dema konferansê de endamê şanda Kurdistanê Hêmin Hewramî ji bernameya Rûdawa Îro re axivî û got; “Şanda Herêma Kurdistanê li ser astê hemû welatên cîhanê şanda tenê yê herêmî ye, ku beşdar bûye. Şanda Hêrêma Kurdistanê ji berpirsên siyasî û leşkerî pêk hatine û nûnertiya hemû aliyan dikin.”

Di 3 rojan de 22 hevdîtinên dîplomatîk

Hewramî destnîşan kir, ku di nav 3 rojên konferansê de şanda Herêma Kurdistanê 22 civînên mezin ên dîplomatik pêk anîne û got; “Cîgirê Serokê Amerîkayê, Wezîrê Berevaniya Amerîka û Almanyayê, Wezîrê Derve yê Almanyayê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, şandekî bilind ê partiya SPD ku li Almanyayê bihêz in., Cîgirê Serokwezîrê Kuweytê û herwiha bloka partiyên siyasî ytên mezin ên Parlamentoya Ewropayê hevdîtin hatine kirin. Ev yek jî bandor û giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê ya di vê konferansê de nîşan didin.”

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê: 24 demjimêran di xizmeta we de ne

Hemin Hewramî da zanîn, ku di dema hevdîtina hevdîtina ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence ji Serok Barzanî re gotiye, “Bi navê Serok Donald Trump destxweşiya we dikim, pîrozbahiya serkeftinên we dikim. Dê piştgiriya me ji bo gelê Kurdistanê berdewam be.”

Hewramî diyar kir, heman awayî Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattîs ji ji şanda Kurdistanê re gotiye; “24 demjimêran û her dem û herwext di xizmeta we de me. Hûn destkefta herî mezin in ji bo me.” Herwiha Wezîrê Derve yê Îranê jî careke din Serok Barzanî vexwendiya Tehranê. Lewma jî ev eleqe û baldarî wateyekî mezin ê siyasî nîşan dide.

Derbarê encamên hevdîtinan de jî endamê şanda Kurdistanê Hêmin Hewramî got; “Di civînan de hinek mijarên pir pozîtif hatine gotûbêjkirin û mijara serxwebûna Kurdistanê jî bi cidî hete axaftin. Di civîna ligel Cîgirê Serokê Amerîkayê de Serok Barzanî behsa qonaxa piştî DAIŞê kir û got, ku em êdî venagerin qonaxa ferderalîzma beriya hatina DAIŞê. Lewma divê di navbera me û Bexdayê de li hevkirinek hebe û li ser bingeha mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê diyalog hebe.”

Rojeva sereke; serxwebûn

Hewramî ragihand, ku di hemû civînan de mijara daxwaza serxwebûna Kurdistanê hatiye rojevê û wiha axivî:

Ragihandina serxwebûnê bi tenê bi axaftinan nabe. Pêwîstiya hinek qonaxan heye ku divê bingeha siyasî, aborî û dîplomatîk bê amadekirin. Niha Herêma Kurdistanê di nasandina qada navdewletî de gihiştiye qonaxekî baş. Dikarim bi rehetî bêjim, ku ew serkeftina di van civînan de ya ji bo nasandina pirsgirêka kurd û daxwaza serxwebûnê, di ti kongre û konferansan de jî min nedîtiye.”

Darbarê ewlekariya Herêma Kurdistanê de jî Hêmin Hewramî diyar kir, ku di civînan de behsa faktorên dibin sedema ne aramiya navçeyê hatine rojevê û got; “Weke mînak beşdarbûna Heşda Şeibî ya li operasyonan li herêmên sunneyan dibe sedema nîgeraniyê. Ev yek şerê mezhebî kûrtir dike û bandorê li ewlekariya Herêma Kurdistanê jî dike. Herwiha di civînan de me dubare kir, ku eger plana siyasî û îdarî nebe, serkeftinên leşkerî tenê nikarin li herêmê terorê bidawî bikin.”

Hewramî herî dawî da zanîn, ku Serok Barzanî vexwendina Wezîrê Derve yê Îranê qebûl kiriye û dê di demekî guncayî de serdana Tehranê bike.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:25:19