Malikî : dixweze sînorê Başûrê Îraqê li ser Kerkûkê bîne

Endameke encûmena nûnerên Iraqê amaje bi vê yekê dike ku, plana cîgirê serokomarê Iraqê Nûrî malikî ya jibo Kerkûkê aşkeraye û dixwaze sînorê başûrê Iraqê li ser bajar de bîne.
19.02.2017, Paz - 09:54
Malikî : dixweze sînorê Başûrê Îraqê li ser Kerkûkê bîne
Nuçe Belav bike

Lİ gor çavkanîya Bas Newsê : Endameke encûmena nûnerên Iraqê amaje bi vê yekê dike ku, plana cîgirê serokomarê Iraqê Nûrî malikî ya jibo Kerkûkê aşkeraye û dixwaze sînorê başûrê Iraqê li ser bajar de bîne.

Endamê encûmena nûnerên Iraqê Îslam Husên ji Bas Newsê re ragehand: ‘’Nûrî Malikî ji zû de hewl dide bo bajarê Kerkûkê û naha jî bi rêyên cuda ve dest daye tejî kirina erkên rêveberiyê yên wî bajarî.’’ Herwaha got: ‘’Ew dixwaze bi rêya erkê rêveberiya leşkerî û ewlehî û herwaha diyar kirin û ava kirina hêzeke Dîcle bo bajar ve xeyalên xwe yên siyasî bi cîh bîne. Navê wan hewldanên xwe jî daniye parastina Kerkûkê, ku li gor wî DAIŞ ji Kerkûkê ve pir nêzîkbûye û divê ew biparêze.’’

Îslam Husên got, hewldanên berê yên Malikî hemû şikestin, ji ber xelkê Kerkûkê pir hişyare li hember planen Malikî û kesên wek Malikî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1492 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:41:08