Mamostayeke zankoyê: Nameya Trump bo Barzanî qonaxeke nû siyaseta Amerîkaye!

BasNews – Mamostayê zankoyê Selahedînê behsa giringiya nameya serokê Amerîkayê ya ji bo serokê herêma Kurdistanê dike û dibêje: ‘’Ev name gelek gohertinên mezin dê li gel xwe bîne.’’
07.03.2017, Sal - 12:00
 Mamostayeke zankoyê: Nameya Trump bo Barzanî qonaxeke nû siyaseta Amerîkaye!
Nuçe Belav bike

Mamostayê zankoyê Selahedînê behsa giringiya nameya serokê Amerîkayê ya ji bo serokê herêma Kurdistanê dike û dibêje: ‘’Ev name gelek gohertinên mezin dê li gel xwe bîne.’’

Li gor daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê, serokê Amerîkayê Donald Trump di nameya ku ji serokê herêma Kurdistanê re rêkiriye de behsa piştevaniya welatê xwe ya ji bo Kurdistanê kiriye û ji Barzanî re ragehandiye: ‘’Bi hevbeşiyê ve em dikarin liser hemû astengiyan desthilat bin.’’

Mamostayê zankoya Selahedînê Dr. Perwîz Rehîm Qadir derbarê nameya Donald Trump a ji bo Barzanî de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Amerîka dixwaze li rojhilata navîn danûstandineke rasterast li gel hevpeymanên xwe bike, kurd jî nîşanî daye ku cîhê baweriyê ne, bi taybet di şerê dijî teror û rawestandina wê rikberiya li navçeyê li ser Iraqê heye, dikare hewsengiyê çêbike û peyam jî jibo piştrast kirina kurdane.’’

Herwaha got, divê em li bendê bin rêveberiya Trump li ser hevpeymaniyeke zêdetir amaje dike, ji ber vê jî di vê peyamê de di çarçoveyê de Amerîkayê jî bi rêya vê peyamê ve dixwaze bibêje ku ez piştevanê we me, dixwaze bibêje ez agahdarim û xwedî bandorim, dibe bi siyaseta nû ya Trump ve bixwazê kar bike bo eniya herêma Kurdistanê cuda bike ji eniya sunne û Iraq û şîe û siyaseta tayfegeriyê.’’

Herwaha got: ‘’Siyaseta Amerîka ji bo sînordar kirina destverdanên hin siyasetên herêmî yên li navçeyê ye, ji ber vê jî dixwaze li gel kesê yekem ê Kurdistanê danûstandinê bike, Barzanî jî karaktereke bihêze û xwedî bandore li ser parçeyên din jî, bi taybet rojhilatê Kurdistanê ku cîranê başûrê Kurdistanê ye, ji ber vê dikare bê gotin danûstandin di berjewendiya gelê kurd de ye.

Herwaha got: ‘’Peyama Trump yekem pêngava gohertinên Amerîkayê yên li navçeyê û rol dayîna herêma Kurdistanê re rê xweş dike ku bibe karaktereke bihêz ê herêmê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:37:57