Mamostayên Silêmaniyê baykot şikandin

Lê mamostayên Germiyanê berdewamin li bayoktkirinê
29.12.2016, Per - 05:35
Mamostayên Silêmaniyê baykot şikandin
Nuçe Belav bike

Berdevkê mamosteyên nerazî li Germiyanê ragehand ku civîna desteya mamosteyên nerazî û berpirsên parêzgeha Silêmaniyê bêencam bûne û ji ber ku daxwazê me pêk neanîne em ê berdewam bin li baykotakirinê.

Berdevkê mamosteyên nerazî li Germiyanê, Pêşkevt Îbrahîm ji bo BasNewsê ragehand ku:”Piştî civîna me ya 5 demjimêrî ya li gel parêzgarê Silêmaniyê em negehiştine ti rêkeftinekê ji bo şikandina baykotê.”

Wî berpirsî herwaha got ku:”Me di civînê de daxwaz ji berpirsan kir ku heta 05.03.2017ê de sererastkirinê li mûçeyê mamosteyan de bikin lê belê wan gotiye ev yeke di desthilata me de nîne û ev yeke bûye sedema berdewamiya baykota me.”

Ji mileyk din ve îşev lîsta hevbeş ya yekîtiya mamostayên Kurdistanê a Leqa Silêmaniyê û Derbendîxanê û encûmena rêveberên Derbendîxanê û encûmena rêveberên xwandingehên Silêmaniyê di civîneke rojnamevanî de şikandina baykotê ragehandin û daxwaz ji mamostayan kirin ku roja 02.01.2017ê berdewam bin li karê xwe li xandingehan de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1590 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:25:58