Mamosteyekî zêdetirî salekê destdirêjî li xwendekara 7 salî kiriye

Li dibsitaneke taybet a li qezaya Enkawe ya Hewlêrê, mamosteyekî bo dema salek û nîvê destdirêjiya seksî li xwendekareke 7 salî kiriye
19.04.2023, Çar - 12:30
Mamosteyekî zêdetirî salekê destdirêjî li xwendekara 7 salî kiriye
Nuçe Belav bike

Li dibsitaneke taybet a li qezaya Enkawe ya Hewlêrê, mamosteyekî bo dema salek û nîvê destdirêjiya seksî li xwendekareke 7 salî kiriye. Dosyeya destdirêjiyê destpêka îsal aşkere bûye, mamoste hatiye desteserkirin û dayik û bavê wê zarokê daxwaz dikin ew mamoste were cezakirin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, dayika wê xwendekarê xelka Mexrîbê û bavê wê xelkê Almanyayê ye.

Ew zaroka 7 salî li dibsitaneke taybet a li qezaya Enkawe ya Hewlêrê dixwend ku xwendin li wê dibistanê bi zimanê Fransî ye.

Dayik û bavê wê xwendekara 7 salî ji Rûdawê re ragihandin, wî mamosteyî ji keça wan re gotiye eger li cem kesekî biaxive, dê bikuje.

Tîma Rûdawê ew zarok dîtin ku cihê tîxe li ser laşê wê heye. Wê zarokê diyar kir, “bi vî awayî gef li min dixwazin.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, wî mamosteyî di nav avahiya dibistanê de destdirêjiya seksê li wê zarokê kiriye.

Herwiha Rûdawê ew zanyarî bi dest xistine ku mamoste xelkê Şamê ye, 35 salî ye û mamosteyê werzişê bûye.

Dayika wê xwendekara mexdûr behsa çawaniya haydarbûna ji rewşê dike û dibêje, destpêkê bi dîtina pere û diyariyên ecêb di berîka keça xwe de hest bi tiştekî kiriye, paşê gustîleke zêr di berîka wê de dîtiye, wê demê bi keça xwe re axiviye û wê jî nihêniya xwe aşkere kiriye.

Bavê wê keçê endazyar e û salek e li derveyî Herêma Kurdistanê dijî. Hevjîn û keça wî jî li wir bi tena serê xwe dijîn.

Di destpêka meha Sibatê de, dayik û bavê wê zarokê gilî tomar kirine û mamosteyê destdirêjîker hatiye desteserkirin.

Niha dosyeya wê bûyerê li dadgehê ye. Heta niha polîs û dibistan amade nebûne derbarê bûyerê û dosyeyê de ti daxuyaniyekê bidin.

Bi gotina diya wê zarokê, keçikê ji wan re gotiye: “Herî kêm min çar zarokênd in dîtine ku çûne cem wî mamosteyî.” Lê belê dezgehên ewlehiyê heta niha dosyayên din yekalî nekirine û malbatên wan zarokan jî gilî tomar nekirine.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 601 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:47:53