Mazlûm Ebdî peyamek arasteyî Serok Barzanî kir

Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ji ber wefata xwişka wî Zekiya Mela Mistefa Barzaniyê ji Serok Mesûd Barzanî sersaxî xwest.
24.02.2024, Cts - 19:11
Mazlûm Ebdî peyamek arasteyî Serok Barzanî kir
Nuçe Belav bike

Xwişka Serok Barzanî, Zekiya Mela Mistefa Barzaniyê ku ev demek e tedawî dibû duh li Nexweşxaneya Hewlêrê koça dawiyê kir.

Fermanderê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî ji ber koçda dawî Zekiya Mela Mistefa Barzaniyê li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek arasteyî Serok Barzanî kir û hevxemiya xwe nîşan da.

Mazlû Ebdî di peyama xwe de got:

“Me bi xemgînî agahiya koçkirina xwîşka Serok Mesûd Barzanî, Zekîya Mela Mistefa Barzanî, bihîst. Bila serê Kak Mesûd û tevahîya malbatê sax be. Xwedê dilovaniya xwe lê bike û ruhê wê şa bike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 423 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:45