McGurk: Rola Pêşmerge di kuştina serkirdeyên DAIŞê de giring bû

Nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navnetewî Brett McGurk ragehand ku, rola Hêzên Pêşmerge di kuştina serkirdeyên DAIŞê de gelekî giring bû.
13.03.2017, Pts - 05:53
McGurk: Rola Pêşmerge di kuştina serkirdeyên DAIŞê de giring bû
Nuçe Belav bike

Nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navnetewî de di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, nêzîkî 65% xaka di destê çekdrên DAIŞê de hatiye rizgarkirin.Herwiha 2 milyon kes jî hatine rizgarkirin.

McGurk aşkere kir ku, kontirolkirina wê xak û rizgarkirina wan du milyon welatî bi welatiyên sivîl bi hemahingiya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Iraqê bû ku, ew serkeftin hatin bidestxistin.

Herwiha Nûnerê Turmp amaje bi rola Hêzên Pêşmerge di kuştina 180 serkirdeyên DAIŞê de kir, da zanîn ku, rola wan jî di rizgarkirina navçeyên derdora Mûsilê bilind nirxand,

Di dawî ya daxuyaniya xwe de Nûnerê taybet yê Serokê Amerîkayê bo Hevpeymaniya Navnetewî Brett McGurk sipasiya Hêzzên Pêşmerge li ser hevkariyê wê bi Amerîkayê re kir ku, wan alîkariya welatiyên Mûsilê kir û ew ji çekdarên DAIŞê rizgarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1776 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:58:32