Mekteba Siyasî ya PDKê bi helkefta 16ê Tebaxê beyannameyekê parve dike

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê di salvegera 78ê ya damezrandina xwe de peyamek parve kiriye û amaje kiriye, “Bîranîna damezrandina PDKê tenê bîranîna partiyeke siyasî nîne, belkî bîranîna hizirek û rêbazekê ye, ku hem pêngaveke giring û bêhempa bû di dîroka bizava rizgarîxwaziya Kurdan û xebata nejibîrkirî ya gelê me e, hem jî pêdivîtiyeke dîrokî bû ji bo bidestxistina hez û armancên gelê me.”
16.08.2024, Cum - 10:00
Mekteba Siyasî ya PDKê bi helkefta 16ê Tebaxê beyannameyekê parve dike
Nuçe Belav bike

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di salvegera 78ê ya damezrandina xwe de peyamek parve kir û tê de amaje da, “Îro heftê û heş sal bi ser damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê re derbaz dibin, ku li 16ê Tebaxa sala 1946ê, di nav tarîtiya zilm û stem û zemanê pirî derdeserî yê wê demê de û di werçerxaneke dîrokî de, Partiya Demokrata Kurdistanê hat damezrandin û serkêşiya xebateke berdewam pêxemetî azadiya gel û ax û niştîmanî bi stûyê xwe ve girt û ji hingê heta niha, li sengerê pêşiyê yê qurbanîdanê ye û bûye nasnameya Kurdîniyê û qonax li dû qonaxê, li dû şert û merc û derfetan gelek destkeftî ji bo gelê Kurdistanê bi dest xistine, ku îro em bi şanazî ve li bîr tînin.”

Di pareke din a beyannameya Mekteba siyasî ya PDKê de hatiye, “Bîranîna damezrandina PDKê tenê bîranîna partiyeke siyasî nîne, belkî bîranîna hizirek û rêbazekê ye, ku hem pêngaveke giring û bêhempa bû di dîroka bizava rizgarîxwaziya Kurdan û xebata nejibîrkirî ya gelê me de, hem jî pêdivîtiyeke dîrokî bû ji bo bidestxistina hez û armancên gelê me.”

Çavkaniya navbirî herwesa gotiye, “Zincîra xebata berdewam a çekdarî û siyasî û diplomasî û medyayî ya partiya me di qonaxên cuda cuda yên tekoşanê de li serdemên şahîtî û komarî û herwesa di şoreşên Îlona Mezin û Gulanê û Serhildana Adara 1991ê de û, hemî ew destkeftiyên di wî karwanê berdewam de bi cih hatine, şahidên wê yekê ne ku PDK hêzek û rêkxistinek û bizaveke pêşeng û xweragir bûye bi cemawer û tevaya tex û çîn û pêkhateyên neteweyî û olî û mezhebî yên Kurdistanê, herwesa bi canê Kurdînî û Kurdistanî û çanda diyalog û biratî û pêkvejiyanê li ser astê navxwe û parçeyên din ên Kurdistanê kar kiriye, ji bo bidestxistina armancên neteweyî û niştîmanî û biserxistina doza me ya rewa û dabînkirina mafên me.”

Wê beyannameyê tekez jî kiriye, “Îro ku bîranîna serbilind a 16ê Tebaxê ye, gelê me gelek qonaxên dûr û dirêj birîne û ji bi sedan evrazî û nişîviyên din derbaz bûye û gelek mîn û pilan pûç kirine û bi hêvî ve berê xwe dide paşeroj û asoyekî geş.” Herwesa ron jî kiriye, “PDK ku ew hemî pilan û xedr lê hatin kirin, wekî pêşenga Kurdînî û xweragiriyê, wekî herdem swara xweragir a meydanê ye û helwestên wê yên siyasî û xweragirî û bergiriya merdane ji ax û maf û gelê Kurdistanê, zêdetir cih û navdariya wê li ser hemî astan bihêztir kiriye û bernameya wê ya niştîmanî û avedanxwaziya wê jî cihê hêviya cemawerî ye, mukomiya rêzên navxwe jî wesa kiriye ku ehlê wê serkêşiya sext û dijar be.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 195 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:51:04