Mela Bextiyar: Bafil û Qubad Talebanî di şevekî de 11 milyon dolar pare li Başmaxê dest danîn ser

Endamê Encûmena Bilind a siyasî û berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar aşkera dike, Bafil û Qubad Talebanî li gel çend kesekî din dahata gumrikên Silêmaniyê ji bo ku nav xwe de dabeş bikin rêkeftine.
14.01.2023, Cts - 07:07
Mela Bextiyar: Bafil û Qubad Talebanî di şevekî de 11 milyon dolar pare li Başmaxê dest danîn ser
Nuçe Belav bike

Endamê Encûmena Bilind a siyasî û berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar aşkera dike, Bafil û Qubad Talebanî li gel çend kesekî din dahata gumrikên Silêmaniyê ji bo ku nav xwe de dabeş bikin rêkeftine.

Kesekî bi navê Şehab Kerîm di tora civakî ya facebookê de tomarekî dengê Mela Bextiyar belav kir û têde behsa wê yekê dike ku ew tomara dengî ya meha Îlon a sala 2022yê ye.

Di tomara dengî ya Mela Bextiyar de daxwaz ji wî kesî dike ku gotûbêjê li gel dike, çend pêgeh û rûpelên medya civakî ava bikin û kar bikin. Herwaha dibêje ku ewane gelek ditirsin. Bafil telefon bo Dilêr kiriye (dibe ku Dilêr Seyîd Mecîd be) jê re gotiye ez dixwazim demekî kurt de te bibînim. Mixabin biryar hatiye dayîn. Tîka dikim bila Mela Bextiyar aciz nebe. Dema aciziyê nîne û lawayî lê dike!

Li gor wê tomara dengî Mela Bextiyar aşkera dike: Çend kesek hene dosyayên wan heye nav YNKê de. Bi taybet Aso Elmanî, Hamîd Hacî Xalî, Seidî Ehmed Pîre. Ew bazirganin, gendelin, dosyayên wan heye. Aso Elmanî piştî enfalê ji ber birayê xwe bi îstixbarata Hewlêrê ve pêwendiyên wî hebû, piştî hilweşîna hikûmeta Iraqê dosya wî hate daxistin.

Hamîd Hacî Xalî piştî raperînê jî hêviya wî bi YNKê nemabû, çûbû Mexrîb û îstixbarata Iraqê dît û mûçe bo wî birîn û mehane jî li Australia hezar û 200 dolar mûçeyê wî hebû. Çi zanyariyekî li ser hêzên Kurdistanê hebe digehande wan. Ew hersê jî şirîkê gendeliyê ne û wan rezîl û riswa bikin başe.

Mela Bextiyar rexneyên tund li rêveberiya naha ya YNKê dike û dibêje: Ti moral û etîka siyasî ya wan tine, partîcîtî nemaye, milîs û zilamkujî heye, grubên wan kar dikin, tenê pêr bi şev 11 milyon dolar li Başmaxê bidest xistine.’’

Herwaha dibêje, civînek ji bo rêkeftina li ser diziya dahatên gumrikên Silêmaniyê hatiye kirin û radigehîne: ‘’Pêr bi şev pirsgirêka wan li ser gumrikan hebûye, Bafil, Lahur û Qubad û kurekî bi navê Newzad li mala Bafil rûniştine û li ser wê yekê rêkeftine ku dahata gumrikan dê çawa navbera xwe de dabeş bikin. Hinek jî dane Gorran, kesek heye di nav Gorran de her şevê 50 kamyonên barhelgir jî dane wî ku dikarê Başmaxê re derbas bike. Eger kar waha bigehe vê bazirganî û gendeliyê, bê guman em ji hemû rexne û opozîsyonan ditirsin.

Heta naha ne Mela Bextiyar û ne jî ew rêveberên YNKê yên navê wan vê tomara dengî de derbas dibe ti daxuyaniyek belav nekirine.

Bo guhdarî kirina wê tomara dengî vê lînkê bitikîne.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 449 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:15:12