Meleyên Kurdistanê: Berxwedana Efrînê erkeke olî ye

Êriş û operasyona Tirkiyeyê ya li Efrînê berdewam dike û îro li mizgeftên li Hewlêrê dia ji bo Efrînê hatin kirin û meleyan ragihandin ku bergirîkirina Efrînê erkekî olî ye jî.
10.02.2018, Cts - 06:10
Meleyên Kurdistanê: Berxwedana Efrînê erkeke olî ye
Nuçe Belav bike

Endamê Lîjneya Fetwayên Îslamî ya Herêma Kurdistanê Mela Mihemed Çomanî li ser vê yekê ragihand ku parastin û berxwedana Efrînê ji erkên îslamî ye û ew kesê di ber xaka xwe de canê xwe ji dest bide şehîd e.

Mela Mihemed Çomanî li Mizgefta Xalidî ya li Hewlêrê wiha axivî: ‘Mixabin niha bi navê Îslamê êrişî Kurdan dikin û Kurdan dikujin û weke kafir bi nav dikin. Lêbelê jibîr dikin ku yên bajarê Qudsê rizgar kirin Kurd bûn.’

Jibilî Mizgefta Xalîdî li piraniya mizgeftên li bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê di xutbeyan de mijara sereke Efrîn bû û dia ji bo berxwedana Efrînê hatin kirin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1076 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:43:21