Mêrek û jinek li mala xwe hatin kuştin: Gerîlayên berê ne

Li nahiyeya Feydeyê ya navçeya Sêmêlê ya Dihokê, 2 hevjînên ku berê gerîlayê PKKyê bûn hatin kuştin.
08.11.2024, Cum - 10:00
Mêrek û jinek li mala xwe hatin kuştin: Gerîlayên berê ne
Nuçe Belav bike

Nûçegihanê ajansa Rûdawê ragihand ku doh bi şev li Sêmêlê jineke ji Rojhilatê Kurdistanê û mêrekî ji Rojavayê Kurdistanê li mala xwe hatine kuştin.

Leyla Mihemediya ji Rojhilatê Kurdistanê û Ciwan Rizgarê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê berî salekê zewicî ne.

Hat zanîn ku zarokekî wan ê 5 mehî jî heye û ew sax e.

Ciwan Rizgar 35 salî ye û hevjîna wî Leyla Mihemedî jî 30 salî ye.

Hat destnîşankirin ku Ciwan Rizgar û Leyla Mihemedî berî çend salan ji PKKyê veqetiyane û li Dihokê bi cih bûne.

Dayîka Ciwan Rizgar, Leyla li ser bûyerê ji Nûçegihanê Rûdawê Heyder Doskî re axivî.

Dayîka Ciwan Rizgar diyar kir ku dijminên wan nînin û got:

“Em jî nizanin çima hatine kuştin. Bi ti kesî re pirsgirêkên wan nebûn, deynê wî tunebû.

Tiştekî wî tunebû ku ji kesî bistîne.”

Dayika wî anî ziman ku kurê wê karker e û wan cenazeyê wî şandiye Rojavayê Kurdistanê û got:

“3yê mehê salvegera zewaca kurê min bû û di navbera min û bûka min de jî ti pirsgirêkên me nebûn.”

Tîmên tenduristiyê cenazeyên her du kesan veguhastin Saziya Tiba Dadî ya Dihokê.

Derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 174 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:14:48