Mesrûr Barzanî di çarçoveya Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê de hevdîtin bi Erdogan, Macron û Aliyev re kir

Di dema tevlîbûna Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevdîtin bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Tirkyeyê Receb Teyib Erdogan û Serokê Azerbaycanê Ilham Aliyev re kir.
01.12.2023, Cum - 13:23
Mesrûr Barzanî di çarçoveya Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê de hevdîtin bi Erdogan, Macron û Aliyev re kir
Nuçe Belav bike

Îro roja Înê, 1ê Berçileya 2023ê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li bajarê Dubey tevlî merasîmên vekirina Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) bû û ji aliyê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid al Nehiyan û Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres ve pêşwazî lê hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Çarekirina guhertinên keşûhewayê pêdivî bizavên bikom e. Ez dilxweş im ku li COP28ê me, ji bo tekezkirina wan karên giring ên ku em bi rêya hevpariyên xwe dikin”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 606 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:21