Mesrûr Barzanî: Em bi zorê bûne îraqî û ji ber Îraqbûnê jî em tên cezakirin

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê biryaya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ragirtina vîzeyê ji welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê re ragihand, em bi zorê bûne Iraqî û ji ber Iraqbûnê jî em tên cezakirin.
05.02.2017, Paz - 17:57
 Mesrûr Barzanî: Em bi zorê bûne îraqî û ji ber Îraqbûnê jî em tên cezakirin
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê biryaya Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ragirtina vîzeyê ji welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê re ragihand, em bi zorê bûne Iraqî û ji ber Iraqbûnê jî em tên cezakirin.

Di daxuyaniyekê de ji bo rojnameyeke amerîkî, Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wek amajeyek bi hewl û gavên berdewam bo serxwebûna Kurdistanê ragihand, Kurd bi mana xwe di Iraqê de cezayê dixwin.

Mesrûr Barzanî got: “Ew hêza ku zêdetir qurbanî di şerê terorê de daye û bi gotina berpirsên pilebilind yên Amerîka, Kurd nêzîktirîn hevpeymanê Amerîka ye, baca mana di çarçoveya Iraqê de dide”.

Barzanî destnîşan kir: “Pêşmerge take hêz e ku şerê DAIŞê dike û heta niha li ser heman çeperê mil bi milê Amerîka şerê heman dijminî dike, di baweriya min de ne tiştekî rast û durist e ku dewletek ya netewek baca şaş ya çend kesên din bide.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump hefteya borî biryara ragirtina dana vîzeyê bi welatiyên 7 welalên îslamî da û di nava wan welatan de Iraq jî heye.

Di dema hilbijartina Serokê Amerîka Donald Trump de ragihandibû, hêza Pêşmerge take hêz e ku bi azayetî şerê DAIŞê dike û daxwaz ji rayedarên welatê xwe kiribû ku hevkarî û piştevaniya zêdetir bide kuran. Trump gotibû: “Em deyndarê kurd in, ji ber ku li şûna me û hemû cîhana azad şerê terorê dike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1068 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:44:25