Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im 2017 sala serxwebûna Kurdistanê be

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi boneya hatina Sersalê, jibilî pêşkêşkirina pîrozbahiyan li malbatên şehîd û birîndarên Pêşmerge, hêvî xwest ku 2017 sala serxwebûna Kurdistanê be.
31.12.2016, Cts - 15:43
Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im 2017 sala serxwebûna Kurdistanê be
Nuçe Belav bike

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi helkefta hatina serê sala nû ya zayînî, ez pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên serbilind ên malbatên şehîd û birîndaran û pêşkêşî Pêşmergeyên qehreman û tevahiya malbatên Kurdistanê û cîhanê dikim.

Vê helkeftê wek derfet dibînim ku careke din spasiya xelkê Kurdistanê bikim, ji ber xweragiriya wan li hember qeyran û kirîzên ku li Kurdistanê hebûn, ku tevî ku salekî pir qurbanî û dijwar bû, lê dîsa jî sala serkeftina mezin bû bo Hêzên Pêşmerge li dijî terorîstên DAIŞê.

Di saya serê Pêşmergeyên polayî û xweragiriya xelkê xelkê qehreman ên Kurdistanê, em çaverê paşerojeke geş bo gel û welatê xwe dikin. Hêvîdar im sala nû sala serkeftinê be li dijî hemû girift û kirîz û dijminan, herwiha sala serxwebûna Kurdistanê be.

Dîsa jî, sala nû li hemû aliyekî pîroz be û hêvîdar im sala nû, sala xweşî û kameraniyê be bo Kurdistaniyên xweştevî.

Mesrûr Barzanî

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1691 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:54:41