Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê derbarê de, nameyek ji her yek ji Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayeq Zêdan, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert û Serokê Encûmena Komisyarên a Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Omer Ehmed Mihemed re şand û tê de nîgeranî û nerazîbûna xwe li hember hewlên guhertin û destkarîkirina kursî û mafên pêkhateyên Kurdistanê nîşan da û daxwaz kir ku rê li van hewldanan bê girtin û mafên pêkhateyan neyên guhertin û parastî bin.
Giliyek Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser pênc xalên yasaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatine tomarkirin, ku behsa hejmara kursiyên parlamentoyê, yek bazineyî û fireh baznehiya hilbijartinan û hejmara kursiyên kotayê dike.
Ev gilî jî ji aliyê Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar û endamê Kirîstiyanî yê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Amanc Necîb Şemûn ve hatiye tomarkirin.
Li gor madeya 36 ya yasaya Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, 5 kursiyên kotayê ji bo pêkhateyên Kildan, Suryan û aşûriyan tê veqetandin, kursiyek ji bo pêkhateya Ermenî û 5 kursî jî ji bo Tirkmenan tê dayîn.
Eger Dadgeha Federalî di berjewendiya giliyê de biryar bide; 11 kursiyên pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê dê dakeve 6 kursiya û ti kursiyeke Tirkmenan jî di parlamentoyê de namîne.