Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 9ê Çileya 2024ê) pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê General Joel Vowell û şanda pê re kir.
09.01.2024, Sal - 14:24
Mesrûr Barzanî pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê dike
Nuçe Belav bike

Di wê civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Mark Stro jî amade bû, dîtin û nerîn li ser dawî pêşveçûn û pêşhatên Herêma Kurdistanê û Îraq û Sûriyeyê li hev hatin guhertin.

Parastina ewlehî û seqamgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê mijara serekî ya wê civînê bû. Her du aliyan tekez li ser giringiya berdewambûna hêzên hevepeymanan li ser erkê wan, pêxemetî arîkarîkirina artêşa Îraqê û Pêşmergeyan di berhingarbûna gefên terorê û dabînkirina ewlehiyê û seqamgiriyê de, tekez kir.

Piştevanîkirina çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û bilezkirina yekkirina hêzên Pêşmergeyan jî tewerekê dî yê danûstandinên wê civînê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 555 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:50:12