Îro, Duşemê 30.05.2017 Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a rêxistina alîkarî ya Yekîtiya Ewropayê kir.
Derbarê wê serdanê Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya Tiwîterê nivîsandibû ku, wî pêşwaziya şandeke bilind a rêxistina alîkariyên mirovî ya Yekîtiya Ewropayê kir, daku careke din daxwaza alîkariya ji Kurdistanê re bikin, herwiha bo behskirina tehediyatên pêwîst ji aliyên mirovî li navçeyên rizgarkirî.
Di çarçoveya serdana xwe bo Amerîkayê Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxwaza berdewamiya alîkariyan ji welatan bo Pêşmergeyên Kurdistanê kirin.