Mesrûr Barzanî: Salane 70 milyar dînar ji bo dermankirina penceşêrê tê xerckirin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê salane 70 milyar dînar ji bo dermankirina penceşêrê xerc dike. Herwiha got: “Ez bang li Hikûmeta Iraqê dikim ku di dabîkirina derman û pêdiviyên bijîşkî de hevkariya me bike.
06.11.2023, Pts - 10:59
Mesrûr Barzanî: Salane 70 milyar dînar ji bo dermankirina penceşêrê tê xerckirin
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 6ê Mijdara 2023an, kevirê bingehîn ê navendeke dermankirina penceşêrê bi tîşk li Duhokê danî.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Ez îro dilxweş im ku em kevirê bingehîn ji bo vê navenda giring li Duhokê datînin, ku yekem navenda dermankirina penceşêrê bi tîşk LINAC Radiotherapy li Duhokê ye.”

Herwiha got jî: “Hêvîdar im ev proje li gorî dema xwe û bi kalîte û asteke bilind bi dawî bibe. Spasiya kompanya cîbicîkar dikim ji bo cîbicîkirina vê projeyê ku erkekî pîroz e û hêvîdar im sûda wê ji bo hemû gelê Kurdistanê hebe.”

Da zanîn jî: “Îro li cîhanê penceşêr, pirsgirêkek mezin e. Tevî pêşketinên di warê tenduristiyê de, lê mixabin her sal bi eger û faktorên cuda, guhertinên jîngehê, şêwaza jiyanê û xwarinê, zû destnîşannekirina penceşêrê, bi mîlyonan kes canê xwe jidest didin.”

Diyar kir jî: “Li Herêma Kurdistanê çendîn nexweşxane û navendên penceşêrê hene ku bi hezaran kes ji Kurdistanê, navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê jî ji bo dermankirinê serdana wan dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Helbet dermankirina penceşêrê buha ye, ji ber vê yekê li welatên pêşkeftî gelek sazî, xêrxwaz û kesayetî piştgiriya aborî didin navendên dermankirina penceşêrê. Li Herêma Kurdistanê yasayeke me ya taybet bo Sindoqa Alîkariya Nexweşên Penceşêrê heye ku bi rêya wê yasayê, salane 70 milyar dînar ji bo dermanên penceşêrê û pêdiviyên bijîşkî tê dabînkirin.”

Got jî: “Di van salên dawî de, tevî derketina çendîn krîzên weke Koronayê, krîza darayî û neşandina pişka bûdceya Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve, lê Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî çavkaniyên darayî yên berdest, bi berdewamî hewl daye ku xizmetguzariyên tenduristiya giştî baştir bike.”

Serokwezîr Mesrûr bang li Hikûmeta Federal jî kir ku zêdetir derman, alav û kelûpelên bijîşkî pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, bi taybet ji bo penaberên ku li Herêma Kurdistanê dijîn.

Herwiha welatiyên Herêma Kurdistanê dilniya kir jî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser piştevaniya nexweşên penceşêrê, pêşdebirina xizmetguzariyên tendirustiya giştî, dabînkirina çareserî û berfirehkirina xizmetguzariyên nexweşên penceşêrê li derveyî navendên bajaran jî.

Her wiha bang li rêxistinên herêmî û navneteweyî, kesayetên xêrxwaz û hemû destpêşxeriyên mirovahî kir ku hevkarî û piştgiriya nexweşên penceşêrê, nexweşxane û navendên dermankirina vê nexweşiyê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji welatiyan kirî, ku ji bo ewlehiya xwe û malbatên xwe, rênimayên tenduristiyê berçav bigirin, şêwaza jiyanek bi tendurist hilbijêrin, jîngehê biparêzin, bi rêkûpêk werzîşê bikin û zû xwe pişknîn bikin, ji bo destnîşankirina her nexweşiyekê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiyê de jî got: “Em hêviya selametî û başbûna zû ji nexweşên penceşêrê re dixwazin wan piştrast dikin ku ji bo dermankirin û alîkariya wan çi ji destê me bê, em kêmaniyê nakin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 563 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:03:39