Mesrûr Barzanî serdana Balyozxaneya Iraqê ya li Amerîkayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Iraqê ya li Amerîkayê kir û li gel balyoz û karmendên balyozxaneyê civiya.
02.03.2024, Cts - 10:37
Mesrûr Barzanî serdana Balyozxaneya Iraqê ya li Amerîkayê kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya seredana xwe ya fermî bo Amerîkayê de û piştî hevdîtinên li gel rayedarên payebilind ên li Washingtonê, serdana Balyozxaneya Iraqê li Amerîkayê kir û ji aliyê Balyoz Nîzar El-Xeyrullah Balyozê ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 24.02.2024an li ser vexwendineke fermî û ligel şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gihîştibû Washingtonê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî heta niha li gel Wezîrê Derve, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî, Kordînatorê Koşka Spî bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, Şêwirmendê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjî û Veberhênanan û çendîn rayedarên din ên payebilind civiyaye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 500 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:15:15