Mesrûr Barzanî: Amerîka soz daye ku piştgiriya pêşxistina sektora enerjiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Amerîka soz daye ku piştgiriya pêşxistina sektora enerjiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
17.05.2024, Cum - 10:07
Mesrûr Barzanî: Amerîka soz daye ku piştgiriya pêşxistina sektora enerjiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê bike
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh ligel Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê Geoffrey Pyatt û Balyozê Amerîkayê Alina Romanowski li Iraqê serdana santrala Mass Global li Pîrdawid û westgeh û kêlgeha Xurmele ya girêdayî Kar Group li parêzgeha Hewlêrê kirin.

Serokwezîr di gotarekê de got: “Em bi kêfxweşî em dibihîsin ku Amerîka pabend e bi pêşxistina sektora enerjiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Got jî: “Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Enerjiyê ji me re got ku ew piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin, da ku em di van waran de gavên baştir bavêjin. Me behsa çawaniya hevkarî û karkirina bi hev re kir, bi taybetî jî ku Amerîka dikare piştgîriya sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê bike.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 473 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:49:28