Mesrûr Barzanî: Amerîkî pêgeha Herêma Kurdistanê li Rojhelata Navîn giring dibînin

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku, Amerîkî bi berdewamî tekeziyê li ser giringiya pêwendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê dikin û li ser berdewamiya wan pêwendiyan dûpat dikin, her dema ku ew pêwendî aloz jî bibin amade ne çareser bikin. Herwiha dibêje ku, Amerîkî di wê baweriyê de ye, Herêma Kurdistanê pêgeheke giring e li Rojhelata Navîn û giringiyê pê didin.
27.02.2018, Sal - 05:45
Mesrûr Barzanî: Amerîkî pêgeha Herêma Kurdistanê li Rojhelata Navîn giring dibînin
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyeke rojnamevanî de Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wiha dibêje: Armanca me ji vê serdanê gotûbêja çend pirsên giring weke pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka, rewşa niha ya Îraqê û danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ne.

Herwiha got: Heta niha çendîn civîn û hevdîtin derbarê wan pirsan li gel berpirsên Koşka Spî me pêk anîne, civîneke me ya taybet bi Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê re hebû, herwiha çendîn hevdîtin bi Wezareta Derve ya Amerîkayê re hatin pêkanîn, di dema pêş de jî çend civîn û hevdîtin bi senator û kongressmanên wî welatî re hene.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê naveroka civîn û hevdîtinên xwe bi berpirsên Amerîkayê re got: Me behsa rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê kir pêwendiyên di navbera me û Bexdayê babetên sereke bûn, behsa wê yekê kir Herêma Kurdistanê tişta li ser milê xwe derbarê cîbicîkirina destûra Iraqê pêk aniye ji madeya yekem heta ya dawî, êdî pêwîst e Iraqê jî erkê xwe cîbicîbike, bi taybet şandina mûçeyên fermanberan û vekirina firokxaneyên Herêma Kurdistanê.

Derbarê helwesta berpirsên Amerîka li ser wan civîn û hevdîtinan, Mesrûr Barzanî got, Amerîkî bi berdewamî tekeziyê li ser giringiya pêwendiyên xwe li gel herêma Kurdistanê dikin û li ser berdewamiya wan pêwendiyan dûpat dikin, herdema ew pêwendî aloz bibin amade ne çareser bikin û Amerîka di wê baweriyê de ye, Herêma Kurdistanê pêgeheke giring e li Rojhelata Navîn û giringiyê pê didin.

Derbarê DAIŞê jî Şêwirmendê encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got ku, DAIŞê ji aliyê leşkerî ve hate şekestin û ew cihên dagîrkirbûn hatin rizgarkirin, lê ev yeke nayê wê wateya ku, DAIŞ bi temamî hatiye şekestin ji ber li çend navçeyan serêxwehildide, heta niha çend êrîş li sînorê Kerkûkê li dijî hêzên asayîşê pêkanîne, herwiha Barzanî tekez kirk u, daku, ew grûbên DAIŞ û ên wekî wê nemînin pêwîste ew fakterê dibin sedema serhildana wan grûbên terrorist çareserbikin, lê heta niha Iraqê ew pêngav bo çareserkirinê neavêtine.

Herwiha Mesrûr Barzanî derbarê referandumê got: Referandum derbirîna hestê neteweyî bo bijardeya jiyan xwe li paşerojê destnîşan bike ku, dixweze çawe bijî ev yeke nayê wê wateya ku, em nikarin têkdana pênganên cîhanê bixwînin, em bawerin ku, referendum rêgiriyê ji wan êrîşên ne rewa li ser herêma Kurdistanê digre, pêwîstiya me bi piştgiriya navnetewî hebû daku, rêgiriyê ji xwînrijandinê û bobelanên ku, bi ser netewa kurd re hatine bigre, lê mixabin bi wateyeke din pêwendî pêre hat kirin, em di wê baweriyê de ne ku, ew pêwendî bi mebest bû û merema wê yekê kêmkirina desthilat û sînorê herêma Kurdistanê bi ti awayî derencamên referandumê ne di wê asta ku, êrîşeke ne rewa li ser herêma Kurdistanê bê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1211 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:15:05