Mesrûr Barzanî: Armanca me ya sereke pêşxistin û geşepêdana Herêma Kurdistanê ye

Mesrûr Barzanî ligel konsul û dîplomatîk ên welatan li Herêma Kurdistanê civiya
18.10.2022, Sal - 11:14
Mesrûr Barzanî: Armanca me ya sereke pêşxistin û geşepêdana Herêma Kurdistanê ye
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel konsul û şandên dîplomatîk ên welatan li Herêma Kurdistanê civiya û tekez kir ku Herêma Kurdistanê weke her car faktoreke girîng a ewlehî û aramiya navçeyê ye.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa giştî, proseya siyasî û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin gotûbêjkirin. Dubare jî kir ku Herêma Kurdistanê piştevaniya avakirina hikûmeteke xizmetguzar dike ku bê cudahî xizmeta hemû welatiyên Iraqê bike û kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha destûrê çareser bike. Herwiha tekezî li ser giringiya rêzgirtin li prensîbên hevbeşiyeke rasteqîn, hevsengî û lihevkirinê kir.

Di mijareke din a civînê de, Serokwezîr behsa çaksaziyên Kabîneya Nehem, pirrengiya aborî, çavkaniyên dahatê û avakirina jêrxaneke bihêz a aborî kir, bi taybet giringîpêdana bi sektora çandiniyê û bazarkirina berhemên xwemalî, ku tê çaverêkirin di van rojan de ji bo bazarên derve bên hinardekirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî amaje bi çaksaziyên darayî, rûbirûbûna gendelî û nehiştina herdirkirina samanên giştî kirin. Her wiha behsa pêvajoya dîjîtalkirina xizmetguzariyan û pêgavên ber bi hukûmeta elektronîkî kir, ji bo pêşvebirina zelalî, şefafî û nehîştina rûtîn û burokrasiyê.

Di dawiya daxuyaniyê de hat, Mesrûr Barzanî tekez kir ku armanca wan a sereke pêşxistin û geşepêdana Herêma Kurdistanê ye, ev jî girêdayî ye bi giringiya parastina aramî û asayîşê li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê bi giştî ye. Tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê weke her car faktoreke girîng a ewlehî û aramiya navçeyê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:07:17