Mesrûr Barzanî bi mezinên cîhanê re tevlî Konferansa COP29ê dibe

Lihevkirina li ser armanceke nû ya darayî ji bo alîkarîkirina welatên nûgehiştî ji bo xweguncandinê bi rengvedanan re, mezintirîn erkê Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekgirtî (COP29) ye, ku biryar e li Mijdara îsal li Bakuyê, Paytexta Azerbaycanê bê lidarxistin.
10.09.2024, Sal - 17:38
Mesrûr Barzanî bi mezinên cîhanê re tevlî Konferansa COP29ê dibe
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 10ê Îlonê pêşwazî li Balyozê Azerbaycanê li Iraqê Nasir Memmedov kir.

Di hevdîtinê de, Balyozê Azerbaycanê silavên Serokomarê Azerbaycanê gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û ew vexwendibû Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê (COP29) ku biryar e meha Mijdarê li Bakuyê bê lidarxistin.

Nameyek ku roja Pêncşemî 29ê Tebaxa 2024an ji aliyê Komîsyona Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû weşandin, heft bijare li xwe girtibû, ku helwêstên cuda yên welatan ji bo gihîştina lihevkirineke muhtemel di dema konferansê de nîşan dide.

Li gorî Reutersê, fînansmana nû ya armanckirî tê pêşbînîkirin ku şûna pabendbûna heyî ya welatên dewlemend bigire ku salê 100 milyar dolar ji welatên pêşkeftî re ji bo encamên guherîna keşûhewa peyda dike.

Welatên nû pêşkeftî yên armanc dikin ku budc zêdetir ji 100 mîlyar dolarî be, lê welatên bexşîner, mîna Kanada û Yekîtiya Ewropî, dibêjin budceyên wan ên neteweyî kêm bûne.

Tê pêşbînîkirin, heta sala 2050î zêdetirî 14 mîlyon mirov bi sedema qeyrana keşûhewayê canê xwe jidest bidin.

Serokê COP29 û Wezîrê Jîngeh û Çavkaniyên Xwezayî yê Azerbaycanê Muxtar Babayev di daxuyaniyekê de got: “Me rêyeke dûr û dirêj derbas kiriye, lê hîn helwestên cuda hene û divê em wan nêzîkî hev bikin.”

Got jî: “Dê danûstandinên berfireh ji aliyê serokatiya konferansê ve li ser armancên budceyê, berî konferansa li Bakuyê bêne organîzekirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: Welatên pêşketî armanc dikin ku salane 441 milyar dolar alîkarî bidin. Ji bilî wê, armanca wan e bi tevahî 1.1 trîlyon dolar ji hemî çavkaniyan berhev bikin.”

bijardeyeke din ku helwêsta Yekîtiya Ewropî nîşan dide û armancek darayî ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewa li çaraliyê cîhanê datîne ku salane zêdetirî 1 trîlyon dolar e, di nav de veberhênana navxweyî û netewayetî û fînansekirina taybet.

Herwiha Yekîtiya Ewropayê banga beşdariya Çînê di fînansekirina nû ya armanckirî de dike. Çîn niha welatê herî mezin ê qirêj ê cîhanê ye û duyemîn aboriya herî mezin e.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 01.12.2023 li bajarê Dubey beşdarî merasima vekirina Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) bû û ji aliyê Serokê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan û Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres ve hatibû pêşwazîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya “X” nivîsîbû: "Çareserkirina guherîna keşûhewayê, pêwîstiya wê bi hewlên hevbeş heye.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:42:27