Mesrûr Barzanî biryarek ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê, razemendî li ser terxankirina nêzîkî 3 milyar dînar da.
27.02.2023, Pts - 09:12
Mesrûr Barzanî biryarek ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê da
Nuçe Belav bike

Fermangeha Medya û Znyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 27ê Sibata 2023an belav kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê û bandora hişkesaliyê, razemendî li ser terxankirina nêzîkî 2 milyar û 878 milyon dînar ji bo kolandina 40 bîrên avê da.

Ew pereyê ku nêzîkî sê milyar dînar e, dê bi bi awyekî nextî û bi qonax li ser bûdceya asayî ya Wezareta Şaredarî û Geştûguzar were xerckirin.

Diyar kir jî: “Ji ber bandora hişkesalî û zêdebûna daxwaza avê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berdewamî planên ji bo pêşxistina projeyên avê li deverên ku pirsgirêk hene, cîbicî dike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 595 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:12:34