Mesrûr Barzanî bo malbata qurbaniyên Silêmaniyê: Em ji bo xizmetkirina we amade ne

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê ligel malbata qurbaniyên bûyera Silêmaniyê axivî û ragihand: “Em bi her awayî ji bo xizmetkirina we û ji bo çareseriya birîndaran û qerebûkirina maddî ya ziyanan amade ne.”
19.11.2022, Cts - 13:38
Mesrûr Barzanî bo malbata qurbaniyên Silêmaniyê: Em ji bo xizmetkirina we amade ne
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê ligel kesûkarên qurbaniyên bûyera teqîna malekê ji ber jêçûna gazê, axivî û ragihand: “Min berpirsên me erkdar kirin û ligel Parêzgarê Silêmaniyê axivîm, ku em amade ne bi her awayî xizmeta we bikin û çi ji destê me bê em bikin ji bo çareseriya birîndaran li nav Herêma Kurdistanê yan derveyî welat û qerebûkirina jiyanên maddî.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, ku şîna vê malbatê, şîna her kesî ye û silavên xwe gihande hemû kesûkarên qurbaniyên bûyerê.

Herwiha malbata qurbaniyan spasiya Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, ku di vê bûyerê de piştevaniya xwe nîşan dane.

Roja Pêncşemê 17ê Mijdara 2022yan ji ber teqîna sîstema gazê ya malekê li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, 15 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:45:44