Mesrûr Barzanî bo tîmên hawarçûnê: We serê me bilind kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barznî pêşwaziya tîmên hawarçûnê yên Herêma Kurdistanê kir, ku bo hevkarîkirina ziyanmendên erdhejê çûbû Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û got we serê gelê Kurd bilind kir û nîşan da ku eger ji destê wan bê dê alîkariya hemû kesê bikin.
20.02.2023, Pts - 05:44
Mesrûr Barzanî bo tîmên hawarçûnê: We serê me bilind kir
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Sibata 2023an, li Hewlêrê pêşwazî li tîmên hawarçûnê yên Herêma Kurdistanê kir ku ji destpêka erdhejê ve ji bo hawarçûnê û gihandina alîkariyê çûbû Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê.

Tîmên Herêma Kurdistanê ku ser bi Wezaretên Navxwe, Tendirustî, Dezgehê Xêrxwazî yê Barzanî û Heyva Sor bûn, bo alîkarîkirina ziyanmendên erdhejê çûbûn û çend kes bi zindî di bin kavilan de derxisitn, herwha çadir û kelûpel pêşkêşî wan kesan kirin, ku ji ber erdhejî ziyan dîtine.

Mesrûr Barzanî di dema pêşwazîkirina tîma Herêma Kurdistanê de spasiya wan tîman kir û got ku wan karekî baş kirine û xizmeteke mezin pêşkêş kirin.

Barzanî got: “Bê gûman hûn weke yekem tîma rizgarker gihîştin wan kesên ziyandîtî, mixabin gelek kesan jiyanên xwe ji dest dan û gelek kes jî di bin xanî û avahîyên hilweşiyayî de man. Bi rastî we karî destê xwe bigîhînî wan û destê alîkariyê dirêjî wan bikin. Em şanaziyê bi dikin û we serê me bilind kir.”

Barzanî amaje bi wê yekê kir ku eger ji destê wan bê dê alîkariya hemû kesan bikin û wiha pê de çû: “Karê we kiriye, tekez dike ku em xelkekî xêrxwaz û aştîxwaz in û em ê destê alîkariyê dirêjî xwişk û birayên xwe yên li her devera cîhanê bikin. Her wiha her kesek û her Kurdek xwedî wîjdan li her çi cihekî cîhanê be, serê xwe bi bilind dike.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Barzanî got: “Em gelek caran ketine rewşeke wiha ku pêwîstiya me bi alîkariya kesên din hebû û derî ji me re vekir. Em dizanin ku çendî xêrxwaziyeke mezin e û niha jî em dikarin vê alîkariyê bigihînin mirovên ziyandîtî. Dubare dibêjin, her çi ji destê me bê, emê bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di heman demê de da zanîn ku hin tîmên hawarçûnê li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê mane û got: “Bi taybetî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ku hewl dide hinek kampan ava bike û zêdetir alîkariya xelkê bike. Her wiha hemû rojên ku tîmên hawarçûnê li wir bûn, we karîbû gelek kesan rizgar bikin, ev jî cihê destxweşiyê ye, berpirsên wan welatan jî rêz û pêzanîna wan ji bo heye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 573 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:41:46