Mesrûr Barzanî budçeya projeyan erê kir

Îro fermangeha medya û zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî budçeya ku jibo projeyên cûrbicûr re hatiye dabeşkirin erê kiriye.
18.08.2022, Per - 06:00
Mesrûr Barzanî budçeya projeyan erê kir
Nuçe Belav bike

Îro fermangeha medya û zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rezamendî nîşandaye ku zêdetir ji 736 milyar dînar ji bo bicîhanîna projeyên xizmetê bê cuda kirin.

Fermangeha medya û zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, ji bo berjewendiya giştî û di çarçoveya bicîhanîna karnameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji bo pêşkeş kirina xizmetên zêdetir ji xelkê Kurdistanê re, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rezamendî li ser cuda kirina 736 milyar û 759 milyon dînar pare nîşandaye, ji bo bicîhanîna projeyên berdewam û hatine pêşneyar kirin ên sala 2022 û 2023yê û bi awayê next û qonax bi qonax dê li ser budceya veberhênana wezaretan ew pare bê dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:36:48