Mesrûr Barzanî: Çîrokên qurbaniyên Enfalê dê her tim bi me re bijîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî: Çîrokên qurbaniyên Enfalê dê her tim bi me re bijîn
01.08.2022, Pts - 07:17
Mesrûr Barzanî: Çîrokên qurbaniyên Enfalê dê her tim bi me re bijîn
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî li ser Twitterê ragihand ku çîrokên termê 100 qurbaniyên Enfalê her tim li cem wan zindî bimîne.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzannî nivîsandiye ku berî 39 salan, zêdetir ji 8000 mêr û kurên Barzanî ji aliyê rejîma berê ve hatin revandin, ku gelek ji wan bi saxî li biyabanên dûr ên başûrê Iraqê hatin binaxkirin; yên din hatin îdamkirin. Îro termê 100 qurbaniyên din vegeriyan gundê Barzan, çîrokên wan dê bi me re berdewam zindî bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 530 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:53:36